Tükendi
Gelince Haber VerBi roj Mêrdîn gerdeniyeke zêr e. Li ber tava rojê arekî li ber bê ku çirûsk jê dipekin weke teyrê tawisekî spî ku perê xwe vekiribe û dabe tîna tavê ye. Bi şev Mêrdîn stêrk in. Riya kadizkê ye carinan Mêrdîn. Rûyekî nepen e......Bi şev Mêrdîn stêrk in. Bi xaniyên kevirê spî û neqişandî dîmenên ji dilê dîrokê reviyayî bi bêhna xwe ya nepen bi rengê mirovên xwe yên esmer Mêrdîn bi şev esmer e. Weke "Labîrenta Pan" kolanên wê yên teng bêhna lewanta qaqule kuncî şekirê behîvên Mêrdînê ye Mêrdîn.Mêrdîn ciyê ku mirov li evînê diqewime li rastiyê diqelibe û di rastiyê de digewime ye.Bi şev Mêrdin stêrk in. Gerdeniyeke mircan bişirîneke şêrîn xewneke xweş ramûsaneke germ a qîzikeke file suryanî keldanî êzdî kurd an jî ereb e Mêrdîn....Cumek benîştê Elkê di nava destmala xwişka min de qutiyek çaya Seylanê ya qaçax di paxila diya min de veşartiye ye. Çend kîlo titûna Xursê çend kiruse pelên cixarê yên binya xetê di nava qumatka birakê min ê piçûk de veşartiye ye Mêrdîn.
Kitap ÖzellikleriBasım Yılı | 2009 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 13 x 19,5 |
ISBN-10 | 9944382595 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 112 |
Bi roj Mêrdîn gerdeniyeke zêr e. Li ber tava rojê arekî li ber bê ku çirûsk jê dipekin weke teyrê tawisekî spî ku perê xwe vekiribe û dabe tîna tavê ye. Bi şev Mêrdîn stêrk in. Riya kadizkê ye carinan Mêrdîn. Rûyekî nepen e......Bi şev Mêrdîn stêrk in. Bi xaniyên kevirê spî û neqişandî dîmenên ji dilê dîrokê reviyayî bi bêhna xwe ya nepen bi rengê mirovên xwe yên esmer Mêrdîn bi şev esmer e. Weke "Labîrenta Pan" kolanên wê yên teng bêhna lewanta qaqule kuncî şekirê behîvên Mêrdînê ye Mêrdîn.Mêrdîn ciyê ku mirov li evînê diqewime li rastiyê diqelibe û di rastiyê de digewime ye.Bi şev Mêrdin stêrk in. Gerdeniyeke mircan bişirîneke şêrîn xewneke xweş ramûsaneke germ a qîzikeke file suryanî keldanî êzdî kurd an jî ereb e Mêrdîn....Cumek benîştê Elkê di nava destmala xwişka min de qutiyek çaya Seylanê ya qaçax di paxila diya min de veşartiye ye. Çend kîlo titûna Xursê çend kiruse pelên cixarê yên binya xetê di nava qumatka birakê min ê piçûk de veşartiye ye Mêrdîn.
Kitap ÖzellikleriBasım Yılı | 2009 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 13 x 19,5 |
ISBN-10 | 9944382595 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 112 |