Tükendi
Gelince Haber VerDema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de li van sê welatan; Ermenistan Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak; novellaya Ahmedê Hepo ya bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de; ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin. Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne li wê derê hatine dinyayê perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara 'ewil li derveyî wê erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak; romana Tosinê Reşîd Mestûre di sala 2005an de li Hewlêrê çap bûye. Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e berî ku em behsa vê xebata xwe bikin bi qasî ku me tesbît kirin em ê navên romannûs roman û novellayên êwra Kavkazê ji destpêkê heta niha wekî lîste li jêr rêz bikin.
Barkod | 9786050645149 |
Basım Yılı | 2024 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 14 x 21 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 224 |
Dema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de li van sê welatan; Ermenistan Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak; novellaya Ahmedê Hepo ya bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de; ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin. Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne li wê derê hatine dinyayê perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara 'ewil li derveyî wê erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak; romana Tosinê Reşîd Mestûre di sala 2005an de li Hewlêrê çap bûye. Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e berî ku em behsa vê xebata xwe bikin bi qasî ku me tesbît kirin em ê navên romannûs roman û novellayên êwra Kavkazê ji destpêkê heta niha wekî lîste li jêr rêz bikin.
Barkod | 9786050645149 |
Basım Yılı | 2024 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 14 x 21 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 224 |