Tükendi
Gelince Haber VerLêkolînên li ser zimanê Kurdî nîşan didin ku zimanê Kurdî pir dewlemend e û dişêt bi awayekî baş û berfireh hewcehiyên zimanî di warên cuda da mina babetên civakî siyasî zanistî felsefî qanonî abori hwd. bi sanahî pêk bîne. Lê jibo vê yekê pêdiviye ku lêkolînên zanistî li ser hemû babetên zimanê Kurdî bihên kirin. Bêguman banetê lêkeran yeke ji babetên pirgiring e. Lewma birrên jêderên lêkeran pîvanên kişandina her birrekê di demên cuda û gora rawên cuda bi berfirehî û bi duristî bihên naskirin. Ji bo vê armancê me pêdivî dît ku vê pirtûkê bi taybetî terxanî babetê lêkerên Kurdî bikin.
Zenginiya zimanê kurdî ji lêkeran û hêmanên din ên gotinan ji şêwazê kişandina lêkeran û danadina hevokan diyar dibe. Ji bo ku zimanê Kurdî baştir bihête zanîn dîtin û nivîsandin divê ku lêkolînên zanyarî li ser zimanê Kurdî li hemû Kurdistanê û li hemû deverên ku Kurd tê da dijîn bihên kirin. Pêdviye ku lêkolînên berfireh li ser axiftin zarav û devokên herêmên cuda heta li ser cudahiyên devokî yên xeyil û hozên kurdî bihên kirin da ku hemo miratê zimanê me bihêt komkirin nivîsadin û parastin. Bi vê yekê zengîniya zimanê kurdî dihêt parastin û gora pedivitiyan sud jê dihêt wergirtin.
Barkod | 9786257568470 |
Basım Yılı | 2022 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 16 x 23,5 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 300 |
Lêkolînên li ser zimanê Kurdî nîşan didin ku zimanê Kurdî pir dewlemend e û dişêt bi awayekî baş û berfireh hewcehiyên zimanî di warên cuda da mina babetên civakî siyasî zanistî felsefî qanonî abori hwd. bi sanahî pêk bîne. Lê jibo vê yekê pêdiviye ku lêkolînên zanistî li ser hemû babetên zimanê Kurdî bihên kirin. Bêguman banetê lêkeran yeke ji babetên pirgiring e. Lewma birrên jêderên lêkeran pîvanên kişandina her birrekê di demên cuda û gora rawên cuda bi berfirehî û bi duristî bihên naskirin. Ji bo vê armancê me pêdivî dît ku vê pirtûkê bi taybetî terxanî babetê lêkerên Kurdî bikin.