Tükendi
Gelince Haber VerÇîrokên nû yên Ismail Dindar bi navê "Marî" di nav weşanên Avesta de çap bûn.Ji çîroka "Marî"...Marî ligel çar zarokên xwe di bin siya tuyê de bû. Herduyên mezin kur bûn temenê wan deh-dwazdeh salî bû di destên wan de darik û têlik hebûn û bi baldarî bi wan re mijûl bûn. Keçikeke porzerik ku xuya bû çar-pênc salî ye li nav axa hewşê rûniştibû û bi tena serê xwe dileyist. Pêçeka li ber sînga Marî ku bêrawestan diya xwe dimêt hîna pêçekeke pênc-şeş mehî bû. Pêçek di nav herdu sîngên germ de bi xewê ve diçû. Marî bi hêdîka radibû ser piyan pêçeka di hembêza xwe de berdida hundirê hêlekana ku bi tuya kalê wê ve hilawestîbû... Dilê min rabûbû çargavkan laşê min dilerizî... Min xwest ez bazdim xweha xwe hembêz bikim min xwest ez biqîrim... Lê çokên min şikestibûn zimanê min hatibû girêdan çi bi serê min hatibû min qet nedizanî. Gava ez şiyar bûm diya min bi destê min girtibû jinika hostes bi awirên matmayî li min dinihêrî stûkra min di nav xwêdanê de mabû. Min ji jinika hostes re bi serê xwe gotibû "na" jî lê hîna jî wê bi awirên matmayî li min dinihêrî.
Kitap ÖzellikleriBasım Yılı | 2012 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 13 x 19,5 |
ISBN-10 | 6055279141 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 88 |
Çîrokên nû yên Ismail Dindar bi navê "Marî" di nav weşanên Avesta de çap bûn.Ji çîroka "Marî"...Marî ligel çar zarokên xwe di bin siya tuyê de bû. Herduyên mezin kur bûn temenê wan deh-dwazdeh salî bû di destên wan de darik û têlik hebûn û bi baldarî bi wan re mijûl bûn. Keçikeke porzerik ku xuya bû çar-pênc salî ye li nav axa hewşê rûniştibû û bi tena serê xwe dileyist. Pêçeka li ber sînga Marî ku bêrawestan diya xwe dimêt hîna pêçekeke pênc-şeş mehî bû. Pêçek di nav herdu sîngên germ de bi xewê ve diçû. Marî bi hêdîka radibû ser piyan pêçeka di hembêza xwe de berdida hundirê hêlekana ku bi tuya kalê wê ve hilawestîbû... Dilê min rabûbû çargavkan laşê min dilerizî... Min xwest ez bazdim xweha xwe hembêz bikim min xwest ez biqîrim... Lê çokên min şikestibûn zimanê min hatibû girêdan çi bi serê min hatibû min qet nedizanî. Gava ez şiyar bûm diya min bi destê min girtibû jinika hostes bi awirên matmayî li min dinihêrî stûkra min di nav xwêdanê de mabû. Min ji jinika hostes re bi serê xwe gotibû "na" jî lê hîna jî wê bi awirên matmayî li min dinihêrî.
Kitap ÖzellikleriBasım Yılı | 2012 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 13 x 19,5 |
ISBN-10 | 6055279141 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 88 |