Tükendi
Gelince Haber VerŞerefname jêdereke esasî ya dîroka Kurdan e; ji aliyê dîrokzan û hikumdarê Mîrektiya Bidlîsê Şeref Xanê Bidlîsî ve di sala 1597an de bi zimanê Farisî hatiye nivîsîn.
François Bernard Charmoy -ku wergêrê Şerefnameyê yê bal Fransî ye- derbarê girîngiya wê de wiha dibêje: "Rêbaza dîrokzaniya Şerefuddîn ji uslûba bi şetafet a dîrokzanên Rojhilatî dûr e sade ye û herikbariyeke mezin di xwe de dihewîne. Meriv di rîwayetên tê de neqilbûyî de rastî pir kêm nakokiyan tê." Herwiha Kurdologê navdar Bazil Nikitîn jî Şerefnameyê wek baştirîn çavkaniya dîroka Kurdistanê ya sedsala 16an dide naskirin.
Vêca ev berhema ku ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê pir biqîmet e cara pêşî di sala 1858an de ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) ve bi navê "Tewarîxê Qedîmê Kurdistan" ji eslê wê yê Farisî bal Kurdiya Kurmancî ve hatiye tercumekirin. Tewarîxê Qedîmê Kurdistan di dîroka pexşan û wergera Kurdî de jî girîngiyeke xwe ya taybet heye. Herçend ku berî wê bi Kurmancî du-sê berhemên biçûk ên pexşanî hebin jî tu guman tuneye ku ev berhem hem ji aliyê qedîmtiya xwe hem ji aliyê qewareya xwe hem jî ji aliyê mijara xwe ve di nav pexşana Kurdî de cihekî wê yê pir ciyawaz û mustesna heye. Ji aliyekî din ve Tewarîxê Qedîmê Kurdistan hemû taybetmendiyên Kurmanciya sedsala 18 û 19an (bi taybetî devera Serhedê) di xwe de dihewîne. Ji vî aliyî ve berhem ji bo dîroka zimanê Kurdî jî pir biqîmet e.
Mela Mehmûdê Bazîdî di warê ziman zargotin dîrok û edebiyatê de gelek berhem telîf û tercume û îstinsax kirine. Ji ber ku hemî xebatên wî pexşan in; lewma wek bavê pexşana Kurdî tê hesibandin.
Barkod | 9786257383738 |
Basım Yılı | 2023 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 13,5 x 21 |
Kağıt Türü | 2. Hm. Kağıt |
Sayfa Sayısı | 392 |
Şerefname jêdereke esasî ya dîroka Kurdan e; ji aliyê dîrokzan û hikumdarê Mîrektiya Bidlîsê Şeref Xanê Bidlîsî ve di sala 1597an de bi zimanê Farisî hatiye nivîsîn.