Tükendi
Gelince Haber VerBeşên li ser kurdan ên "Tecarib ul-Umem"a Ebû Elî Ehmed ibn Yaqûbê Miskeweyhi ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û bi navê "Kurd di tarîxa Miskeweyhi de" derket. Di koleksiyona Avesta a bi navê "Kurd di tarîx û seyahetnameyên erebî de" berî niha beşên tarîxa Ibn el-Esîr û Teberî çap bûbûn.Yek ji nivîskar û tarîxnasên Islamê yên navdar û nûjen Ebû Elî Ehmed Miskeweyhi ye ku di navbera salên 320/932 û 421/1030î de jiyaye. Ji ber ku xebatên Miskweyhi bêhtir li ser felsefe û filosofiyê ne ew wek dîroknasekî fîlosof tê nasîn û cara pêşî li tarîxê jî bi çavê raman û fikrên felsefê nihêriye û dîrokê bi amanca dersjêgirtin şîretkarî û tecrûbe bi kar aniye.Ev berhema Miskeweyhi ya bi navê Tecarib ul-Umemê karekî ramanî ye ku li ser têgeheke sedemwarî û çavdêriyeke bi baldarî ya amanc û erka nivîskarî hatiye avakirin. Ji ber vê ye ku Miskeweyhi di ser dîroknasên berî xwe yên ku berhemên xwe bi erebî nivîsandine re tê girtin çunkî ew dîrokê bi tenê tomarkirina bûyeran û daneheva wan nabîne.Gava meriv li pêşgotina Tecarîb ul-Umemê dinêre xwiya dibe ku li gorî Miskeweyhi tarîx civandina hinek bûyeran e ku li pey hev qewimîne û dubare dibin. Meriv dikare ji wan bûyeran ji bo jiyana kesayetî û civakî tecrûbe û sûd wergire. Gava meriv li wan dinêre û ji wan tecrûbe werdigire hingê meriv dikare di pêş de û di jiyana xwe ya rojane de xwe jê biparêze û nekeve wan şaşiyan yan jî bi hêsayî û serkeftî jê xelas bibe.Ji ber vê jî nêrîna dîroknasên misilmanan yên piştî Miskeweyhi belkî jî bi tesîra wî ya ser tarîxê guheriye û wan dest bi nivîsîna tarîxê ji bo dersjêgirtin şîretkarî û ibretê kiriye û bi wê mebestê sedem û delîlan bi kar anîne. Lê Miskeweyhi çawa di vê de li pêş bûye herweha ew yê pêşî bûye belkî jî takekes bûye ku tarîxê ji bo amanc û riya delîlên felsefî nêrînên exlaqî û pragmatik kiriye rêbazek ji xwe re.
Kitap ÖzellikleriBasım Yılı | 2018 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 13,5 x 21,5 |
ISBN-10 | 6052246115 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 264 |
Beşên li ser kurdan ên "Tecarib ul-Umem"a Ebû Elî Ehmed ibn Yaqûbê Miskeweyhi ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û bi navê "Kurd di tarîxa Miskeweyhi de" derket. Di koleksiyona Avesta a bi navê "Kurd di tarîx û seyahetnameyên erebî de" berî niha beşên tarîxa Ibn el-Esîr û Teberî çap bûbûn.Yek ji nivîskar û tarîxnasên Islamê yên navdar û nûjen Ebû Elî Ehmed Miskeweyhi ye ku di navbera salên 320/932 û 421/1030î de jiyaye. Ji ber ku xebatên Miskweyhi bêhtir li ser felsefe û filosofiyê ne ew wek dîroknasekî fîlosof tê nasîn û cara pêşî li tarîxê jî bi çavê raman û fikrên felsefê nihêriye û dîrokê bi amanca dersjêgirtin şîretkarî û tecrûbe bi kar aniye.Ev berhema Miskeweyhi ya bi navê Tecarib ul-Umemê karekî ramanî ye ku li ser têgeheke sedemwarî û çavdêriyeke bi baldarî ya amanc û erka nivîskarî hatiye avakirin. Ji ber vê ye ku Miskeweyhi di ser dîroknasên berî xwe yên ku berhemên xwe bi erebî nivîsandine re tê girtin çunkî ew dîrokê bi tenê tomarkirina bûyeran û daneheva wan nabîne.Gava meriv li pêşgotina Tecarîb ul-Umemê dinêre xwiya dibe ku li gorî Miskeweyhi tarîx civandina hinek bûyeran e ku li pey hev qewimîne û dubare dibin. Meriv dikare ji wan bûyeran ji bo jiyana kesayetî û civakî tecrûbe û sûd wergire. Gava meriv li wan dinêre û ji wan tecrûbe werdigire hingê meriv dikare di pêş de û di jiyana xwe ya rojane de xwe jê biparêze û nekeve wan şaşiyan yan jî bi hêsayî û serkeftî jê xelas bibe.Ji ber vê jî nêrîna dîroknasên misilmanan yên piştî Miskeweyhi belkî jî bi tesîra wî ya ser tarîxê guheriye û wan dest bi nivîsîna tarîxê ji bo dersjêgirtin şîretkarî û ibretê kiriye û bi wê mebestê sedem û delîlan bi kar anîne. Lê Miskeweyhi çawa di vê de li pêş bûye herweha ew yê pêşî bûye belkî jî takekes bûye ku tarîxê ji bo amanc û riya delîlên felsefî nêrînên exlaqî û pragmatik kiriye rêbazek ji xwe re.
Kitap ÖzellikleriBasım Yılı | 2018 |
Baskı | 1 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 13,5 x 21,5 |
ISBN-10 | 6052246115 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 264 |